PeyamaKurd - Rêxistina Navdewletî ya Deryavaniyê (IMO) ragihand ku ji destpêka aloziyên li herêmê ve, li Tengava Hurmizê 130 êrîş li ser keştiyên bazirganî hatine kirin û di encamê de 25 deryavanan canê xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya rêxistinê de hate diyar kirin ku bûyera herî dawî di 5ê Mijdarê de li ser keştiya petrolê ya bi navê "M/T VELOS SAPPHIRE" pêk hatiye.
IMOyê bal kişand ser ku niha bi hezaran deryavan ji ber aloziyan li Kendavê asê mane û bi xetereya mirin, birîndarbûn û kêmasiya xurek û pêdiviyên tenduristiyê re rûbirû ne.
Sekreterê Giştî yê IMOyê Arsenio Dominguez di civîna encûmenê ya li Londonê de anî ziman ku divê rêyên deryayî yên navdewletî ji nakokiyên jeopolîtîk hatibin dûrxistin û ewlehiya deryavanan bê parastin.
Her wiha di civînê de êrîşên çekdarên Hûsî yên li Deryaya Sor, êrîşên Rûsyayê yên li ser jêrxana benderan a Ukraynayê li Deryaya Reş û zêdebûna bûyerên çetetiya deryayî li Okyanûsa Hindî bi tundî hatin şermezarkirin.