PeyamaKurd - Piştî ku Tehranê biryar da Tengava Hurmizê bi temamî li ber keştiyên bazirganiyê veke, bihayê petrolê li bazarên cîhanî bi rêjeyeke berçav daket.
Li gorî daneyên dawî bihayê bermîlek petrola xav a Brentê bi rêjeya ji sedî 10,42 kêm bû û daket 89.03 dolaran.
Herwiha petrola Teksasê (WTI) jî ji sedî 11,11 erzan bû û gihîşt 84.17 dolaran. Ev erzanbûna ji nişka ve, wekî nîşaneya aramkirina bazarên enerjiyê yên cîhanî tê nirxandin ku piştî ragihandina agirbestê pêk hat.
Herwiha piştî vê biryarê bihayê zêr jî li bazarên cîhanî bi rêjeyeke berçav bilind bû.