Hikûmeta Kurdistanê bîlançoya giran a êrîşên drone û moşekan eşkere kir

Hikûmeta Kurdistanê bîlançoya giran a êrîşên drone û moşekan eşkere kir

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê amarên giran ên ziyanên canî û madî yên êrîşên bi moşek û dronan eşkere kirin.

Li gorî amaran, di nava 50 rojan de 809 êrîş li ser Herêma Kurdistanê hatine encamdan.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê amarên êrîşên ji 28ê Sibata 2026an, destpêka şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê û vir ve belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, tevî Herêma Kurdistanê di vê şerî de bêalî ye, lê bûye armanca sereke ya êrîşên bêbingeh ku rasterast sivîl û kerta taybet dikin armanc.

Ziyanên Canî: 20 Şehîd û 123 Birîndar

Li gorî amaran, Herêma Kurdistanê di rêza yekem a wan herêman de ye ku ne beşek ji şer in lê herî zêde ziyan dîtine. Di encama van 809 êrîşên bi mûşek û droneyan de:

- 20 welatî şehîd bûne.

- 123 welatî birîndar bûne.

- Bi sedan mal, kargeh û otomobîlên welatiyan hatine rûxandin an ziyan dîtine.

Ziyanên giştî

Ziyanên madî yên ku gihîştine mal û milkên welatiyan li gorî deveran wiha ne:

- Hewlêr: Herî zêde êrîş li ser paytext Hewlêrê hatine kirin. Ziyan gihîştiye mal, xanî û otomobîlên 726 welatiyan.

- Silêmanî û Helebce: Di 24 êrîşên li ser navendên sivîl de, bi dehan welatî ziyan dîtine.

- Dihok: Zêdetirî 13 caran êrîş li ser kompanyayên kerta taybet û malên welatiyan hatine kirin.

- Îdareya Serbixwe ya Soranê: Ziyan gihîştiye mal û cihên kar ên 35 welatiyan.

Banga li Bexda û Civaka Navdewletî hate kirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, tevî şermezarkirinên navdewletî, êrîşên nerewa berdewam dikin. Kurdistanê careke din bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku berpirsiyariya xwe bîne cih, kujer û tawanbarên van êrîşên terorîstî ceza bike û serweriya axa Kurdistan û Iraqê biparêze.