PeyamaKurd - Li bajêrê Shenzen ê Çînê di çarçoveya lûtkeya APECê de, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin, Serokê Dewleta Çînê Xi Jinping û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump civîneke sêalî ya dîrokî pêk anîn.
Di civînê de mijarên sereke şerê Ukraynayê, çekên nukleerî û dosyeya Îranê bûn.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku bala sereke ya vê civînê li ser şerê Ukraynayê ye û got: "Di dosyeya Ukraynayê de berjewendiyên me yên hevbeş hene."
Serokê Dewleta Çînê Xi Jinping jî bal kişand ser girîngiya vê civînê û anî ziman ku ev hevdîtin xwedî "giringiyeke Serdemane û Çêker e" .
Xi tekez kir: "Gava hêzên mezin di nav hevhatinê de bijîn, cîhan dê di nav aştiyê de bibe. Divê her sê welat ji bo derbaskirina astengiyên cîhanî bi hev re kar bikin."
Di heman civînê de Serokê DYAê Donald Trump bal kişand ser gefên nukleerî û got: "Di mijara çekên nukleerî de divê em bêne cem hev.
Em vê yekê di dosyeya Îranê de dikin; em nikarin rê bidin ku Îran bibe xwedî çeka nukleerî."