PeyamaKurd - Li Diyarbakır, Ruha, Batman, Îdir, Enqere û Stenbolê di 17ê Mijdarê de di çarçoveya lêpirsîna li dijî HEVBENDÎyê de 14 siyasetmedar û rêveber hatibûn desteserkirin.
Îro piştî qedandina karûbarên îfadeyê yên li dozgeriyê, hemû hatin berdan.
Di nav kesên ku hatibûn desteserkirin de Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Hasan Dağtekin, rêveberê PÊLKURDê Fuat Önen û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay jî hebûn.
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Özçelik li ser hesabê xwe yê torên civakî agahî da û piştrast kir ku 14 siyasetmedarên Kurd bi temamî hatine berdan.
Tê zanîn ku platforma HEVBENDÎ di 9ê Mijdara 2026an de ji bo avakirina mekanîzmayeke hevbeş û yekitiya neteweyî hatibû ragihandin û mecliseke ji 51 endaman hatibû hilbijartin.