PeyamaKurd - 49 girtiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên ku li cem hikûmeta veguhêz girtî bûn, hatin berdan. Ev pêngav wekî geşedaneke nû di nava pêvajoyên li herêmê de tê nirxandin.
Derbarê merc û dema berdana van girtiyan de agahiyên berfireh nehatin dayîn, lê belê hat ragihandin ku 49 girtiyên HSDê piştî demeke dirêj a girtîbûnê azad bûne.