Li girtîgehên Iraqê di cejnê de 593 kes hatin berdan

Li girtîgehên Iraqê di cejnê de 593 kes hatin berdan

PeyamaKurd - Wezareta Dadê ya Iraqê îro 3yê Hezîranê ragihand ku ji dema meha borî ve, 593 girtî li parêzgeha Bexdayê û parêzgehên din ên Iraqê ji zindanan hatine berdan.

Wezaretê diyar kir ku ji hejmara giştî ya kesên azadkirî, 394 kes ji wan li gorî biryarên cuda cuda yên dadgehan hatine berdan û 199 kesên din jî bi ber qanûna lêborîna giştî ketine.

Wezareta Dadê tekez kir ku Nivîsîngeha Çaksaziyê li ser bicihanîna rêkarên qanûnî bo berdana girtiyan piştî temamkirina tevahiya pêdiviyên qanûnî berdewam e.

Hêjayî gotinê ye ev pêngavên Wezareta Dadê di çarçoveya siyaseteke berfirehtir a Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê de ne, ku Encûmenê bi rêya Serokatiya Dozgeriya Giştî, li dawiya sala borî, rênimayên nû pêşkeşî tevahiya dadgehan kirine daku hejmara girtiyan li seranserê Iraqê kêm bikin.

Di meha Sibatê ya borî de jî Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê azadkirina 41 hezar û 364 kesan li zindan û navendên desteserkirinê ragihandibû.