PeyamaKurd - Tebaxa 2026an de di navbera Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdiyê de hatibû îmzekirin, ji bo erêkirin û pesendkirinê hat pêşkêşkirin ji Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) re.
Li gorî daxuyaniyên parlamenterên partiya desthilatdar (AK Partî), piştî nirxandina li Komîsyona Karên Derve û dengdana li Lijneya Giştî, dergeh ji bo şandina hêzên leşkerî û xabatkarê Tirkiyeyê bo nav Erebistana Siûdiyê tê vekirin.
Naverok û Armancên Stratejîk ên peymanê ev peymana 16 maddeyî armanc dike ku parastina hevbeş, parvekirina agahiyên îstîxbaratî, hilberîna çekan û hevkariya leşkerî ya li dijî geşedan û aloziyên herêmê bihêz bike.
Li gorî xala kolektîf a peymanê, her êrişeke çekdarî ya ji derve ku li ser axa yek ji van sê welatan bê kirin, dê wekî êrişek li ser hemû aliyan bê qebûlkirin.
Tê payîn ku piştî pesendkirina fermî ya hemû aliyan, Mekanîzmaya Komîteya Ewlehiyê ya Navendî jî dest bi xebatên xwe bike.