Êrişî  Firokexaneya Şah Fehd a li Siûdî hat kirin

Êrişî  Firokexaneya Şah Fehd a li Siûdî hat kirin

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Firokevaniya Sivîl a Erebistana Siûdiyê (GACA) ragihand ku di encama êrişa li ser Firokexaneya Navneteweyî ya Şah Fehd a li nêzîkî bajarê Dammamê de welatiyekî biyanî jiyana xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, êrişê zirara madî jî gihandiye tesîsên firokexaneyê û xebatên tespîtkirina zirarê berdewam dikin.

Ev bûyer di çarçoveya aloziya leşkerî ya di navbera Hûsiyên li Yemenê û Riyadê de rû da.

Wezareta Anargiyê ya Erebistana Siûdiyê berê jî ragihandibû ku di êrişeke firokeyên bêfirokevan (dronan) ya li ser Qada Petrolê ya Şeybeyê de 2 karkerên biyanî hatibûn kuştin û 2 kesên din jî birîndar bibûn.

Tê destnîşankirin ku tevî astengkirina sîstemên parastina hewayî jî, perçeyên dronan dibin sedema şewat û xisarên mirovî li herêmên stratejîk ên welêt.