PeyamaKurd - Li bajarokê Pirdê yê girêdayî parêzgeha Kerkûkê, îro derengiya şevê demjimêr di 02:00yan de du çekdarên nenas ên li ser motorsîkletê gule li baregeha Lîwaya 16an a hêzên Heşdî Şebiyê (Heşda Tirkmenan) barandin.
Di encama vê êrişê de zêdetirî 9 guleyan hatin teqandin, di encamê de çekdarê bi navê Elî Behcet jiyana xwe ji dest da û çekdarekî din jî bi giranî birîndar bû.
Piştî bûyerê, êrişkar ber bi cihekî nenas ve reviyan û heta niha nehatine girtin.
Fermandarê Operasyonên Kerkûkê û tîmên ewlehiyê gihîştin cihê bûyerê û ji bo naskirin û girtina tawanbaran lêkolîneke berfireh hat destpêkirin.
Li Pirdê ji bo kontrolkirina ewlehiyê hêzeke zêde hat belavkirin û sedema sereke ya vê êrişê hîn bi temamî nehatiye zelalkirin.