Îranê bi 3 dronan êrişî baregeha PAKê kir

Îranê bi 3 dronan êrişî baregeha PAKê kir

PeyamaKurd - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi awayekî fermî ragihand ku rejîma Îranê serê vê sibehê bi rêya sê drona êrişeke serbazî biriye ser yek ji baregehên wan.

Di daxuyaniya ku tê de bal hatiye kişandin ser baskê serbazî yê partiyê, hat destnîşankirin ku dronên Îranê li pey hev baregeha Pêşmergeyên "Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê" ya li nêzîkî Hewlêrê kirine armanc.

PAKê derbarê zirarên canî an jî aborî tu agahîyên berfireh belav nekirine û hikûmeta Tehranê jî heta niha berpirsyariya vê rûdanê bi fermî negirtiye ser xwe, ev êrişa nû wekî hewldaneke din a zextê li ser opozisyona Rojhilatê Kurdistanê hat tomarkirin.

Ev êrişa dronî ya li ser baregeha PAKê çend saet piştî wê pêşveçûnê rû da ku artêşa Amerîkayê pêleke din a êrişên asmanî yên giran li dijî armancên leşkerî yên Îranê yên li herêmê dabû destpêkirin.

Washingtonê aşkere kiribû ku armanca wan a serekê lawazkirina şiyana serbazî ya Îranê ye daku nikaribe êrişî ser keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê bike.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka vî şerê germ û aloziya mezin a li herêmê ve, PAK û partiyên din ên opozisyona Kurdên Rojhilat ku li Herêma Kurdistanê bi cih bûne, rastî bi sedan êrişên mûşekî û dronî yên artêşa Îranê hatine, ku ev yek metirsiyeke nû li ser aramiya navçeyê ava dike.