PeyamaKurd - Rejîma Îranê bi sê balafirên bê mirov (dron) êrişî Kampa Azadî ya li navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kir.
Tê gotin ti ziyanek canî çênebûye.
Li gorî agahiyan ev êriş di saetên 01:40 û 02:10’an de pêkhatiye. Ev kamp berê cihê niştecihbûna malbatên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) bû.
Hat ragihandin ku ev êrişa bi dronan tenê ziyanên madî gihandiye cihê bombebaranê û ti ziyanên canî çêne bune.