PeyamaKurd - Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê derbarê êrişeke nû ya Îranê ya li ser kamp Cêjnîkan ya malbatên wan a li nêzîkî Hewlêrê, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro Komara Îslamî ya Îranê careke din bi dronan êrişî kampa Cêjnîkan a li nêzîkî Hewlêrê kiriye.
Hate gotin ku divê êrişa nû Îranê 3 drone bikaraniye. Li gorî daxuyaniyê di nava sê rojên borî de ev cara duyeme Îran bi rêya dronan êrişî vê kampê dike. Li gorî heman daxuyaniyê ji destpêka şer ve heta niha, ev kamp gelek caran ji aliyê Komara Îslamî ve hatiye armanc girtin.
Li gorî daxuyaniya Hizba Demokrat, Îranê ji destpêka şerê xwe yê li gel Amerîka û Îsraîlê ve heta niha, bi zêdetirî 129 moşek û dronan êriş kiriye ser kampên malbatên partiya wan ên li Herêma Kurdistanê.