PeyamaKurd - Baregeheke tabûreke taybet a hêzên Heşdî Şebî li taxa Bedir a Kerkukê hat hedefgirtin. Di êrîşê de sê kes hatin kuştin.
Li gorî raporên herêmî, bombebaran li baregeha Tabûra Taybet a Heşdî Şebî hat kirin.
Tê ragihandin ku di êrîşê de sê kes hatine kuştin.
Tê gotin ku yekîneya hedefgirtî ya Lîwaya 15emîn a Heşdî Şebî ye.
Heta niha tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn ka kê êrîş pêk aniye an çawa hatiye kirin.