PeyamaKurd - Li parêzgeha Enbarê ya Iraqê, bîlançoya êrîşa asmanî ya li ser Lîwaya 19emîn a Hêzên Heşda Şeibî bi awayekî tirsnak zêde bû.
Li gorî agahiyên herî dawî, di encama bombebaranê de nêzîkî 100 çekdar hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar an jî winda ne.
265 qurbanî: kuştî, birîndar û winda
Çavkaniyekî ewlehiyê ji parêzgeha Enbarê îro (12ê Adara 2026an) ji ajansa Şefeq Newsê re ragihand ku hejmara giştî ya qurbaniyên êrîşa li navçeya Ekaşatê gihîştiye 265 kesan. Li gorî daxuyaniyê, di êrîşê de 99 çekdar hatin kuştin, 43 kes winda ne (bêserûşûn) û 123 kes jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku rewşa tenduristiyê ya gelek birîndaran xedar e.
Sê bingehên stratejîk hatin wêrankirin
Heman çavkaniyê diyar kir ku balafirên şer rasterast sê bingehên sereke yên Lîwaya 19emîn hedef girtine. Di nav van navendan de binkeya bijîşkî, baregeha Fewca 2yan û Yekeya Piştîvaniyê ya lîwayê hene. Ji ber dijwariya bombebaranê, her sê bingeh jî bi giranî hatine rûxandin.