PeyamaKurd - Di demekê de ku rageşiya leşkerî ya li Îranê zêde dibe, rapor nîşan didin ku hêzên Heşdî Şebî yên Iraqî û milîsên Şîe yên bi piştgiriya Tehranê, li Herêma Kurdistanê û deverên din ên Iraqê û li herêmên sînor çalakiyên xwe zêde kirine. Hat ragihandin ku ev hêz li kolanên hinek bajarên Îranê hatine dîtin û xalên kontrolê danîne.
Li gorî rapora malpera "Dengê Girtiyên Kurd û Îranî", milîsên Zeynebiyûn û endamên Heşdî Şebî li parêzgeha Sistan-Belûçistanê, bi taybetî li bajarê Çabaharê, xalên kontrolê ava kirine.
Hat diyarkirin ku ev milîs bi zimanê Farisî û Belûçî nizanin, wesayîtên sivîlan radiwestînin û kontrolên hûr dikin. Di raporan de hat destnîşankirin ku ev çekdar carinan bi tenê û carinan jî bi hevahengiya milîsên herêmî yên Îranê tevdigerin.
Heman çavkaniyan ragihand ku karwanên Heşdî Şebî yên ku alayên Iraq û Îranê hildigirtin, ji bajarê Besrayê derbasî bajarên Xuremşehr û Ebadanê yên Îranê bûne. Her çend hinceta fermî ya hatina van hêzan wekî "alîkariya mirovî" hatibe nîşandan jî, çavdêrên siyasî û leşkerî bawer dikin ku armanca sereke ya van milîsan parastina ewlehiya navxweyî û piştgiriya rejîmê ye li hemberî êrîşên derve û xwepêşandanên navxweyî.
Ev tevgera milîsan di rojeke krîtîk de pêk tê ku tê de Îsraîl êrîşên hewayî yên berfireh li ser Îranê pêk tîne. Di heman demê de, Tehranê piştrast kir ku Serfermandarê Hêzên Deryayî Elî Riza Tengsîrî û rayedarê payebilind Mecîd Zekeriyayî di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de hatine kuştin.
Çavkaniyên îstîxbaratî diyar dikin ku bikaranîna hêzên biyanî yên wekî Heşdî Şebî li hundirê Îranê, nîşana kûrbûna qeyrana ewlehiyê ya li wî welatî ye.