PeyamaKurd - Li Fransayê ji ber bandora pêlên germahiya zêde ya di navbera meha Hezîranê û 20ê Tebaxê de, hejmara mirinan zêde bû.
Li gorî daxuyaniya Ajansa Tenduristiyê ya Neteweyî ya Fransayê, di navbera 27ê Tîrmehê û 20ê Tebaxê de tenê ji ber germahiyê 817 kes mirine û bi vê hejmarê re, tevahî mirinên ji ber germê ji destpêka havînê ve gihîştiye nêzîkî 8 hezar kesan.
Rayedaran da zanîn ku bi taybetî bandora germê li ser kesên ser 75 salî û temenê wan mezintir bûye. Tevî ku demsala havînê bi dawî bûye jî encamên giran ên guherîna avhewayê û pêlên germê careke din metirsiya li ser tenduristiyê derxistiye holê.