PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, îro 14ê Cotmehê li bajarê Riyadê ligel Welîehdê Şahê Erebistana Siûdiyê Mihemed bin Selman civiya.
Di hevdîtinê de êrîşa li ser Balafirxaneya Riyadê bi tundî hat şermezarkirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku rê nayê dayîn axa Iraqê li dijî asayîşa Siûdiyê bê bikaranîn.
Hate zanîn ku di hevdîtinê de pêşveçûnên dawî yên herêmê û hevahengiya hevbeş ji bo xurtkirina asayîş û aramiya herêmê hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Iraqê şermezarkirina tund a hikûmeta Bexdayê li hemberî êrîşkirina ser Balafirgeha Navdewletî ya Şah Xalid a li Riyadê û her kiryarek ku welatiyên sivîl û binesaziya sivîl dike armanc, nîşan da. Zeydî tekez kir ku ev êrîş metirsiyeke rasterast in li ser aramî û ewlehiya herêmê.
Her wiha Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser helwesta neguhêr a welatê xwe kir û ragihand; Bexda bi ti awayî rê nade ku axa Iraqê bibe pêgehek ji bo ti destdirêjî û kiryareke ku ziyanê bigihîne ewlehiya Siûdiyê û welatên deverê.
Zeydî pabendbûna Iraqê bi bingehên cîrantiya baş û rêzgirtina li serweriya welatên dost dubare kir.