Li navça Farqînê kesê bi navê Ekrem Aksu bi sîlih hat kuştin

Li navça Farqînê kesê bi navê Ekrem Aksu bi sîlih hat kuştin

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê (Diyarbekir) li navça Farqînê (Silvan) zilamê bi navê Ekrem Aksu di orta kuçê de bi sîlihê lê xistin û dema wî birin nexweşxanê li nexweşxanê can da.

Rûdan seet li dora 17.00an de li taxa Tekelê qewimî. Hat gotin ku berê jî di navbera kesên êrîşker û Aksu de pirsigrêk hebûne. Dema Aksu di kolanê de diçe bi demançê lê dixin. Lê terefê dinê kîne nehat ragihandin.

Piştî polîs diçe ciyê rûdanê, tîmên tenduristiyê Ekrem Aksu birîndar dibin nexweşxana dewletê ya Farqînê. Lê Aksu li nexweşxanê dan dide.

Niha polîs ketine pey êrîşker an êrîşkeran da wî/wan bigrin.