PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızıltepe) di hewzekî bi pera de xortê bi navê Orhan Dozen (13) fetisî. Xort îsal ezmûna LGSê qezenc kiribû û dê di lîsa Qoserê ya Fenê de dê bixwenda.
Rûdan do êvarê ber destê êvarê li taxa Ataturkê qewimî. Kesên li der û dorê dema dîtin ku Orhga Dozen li ser avê bê tevgere, hema pêre wî ji avê derxistin û birin nexweşxana dewletê ya Qoserê (Kızıltepe).
Dozen, li nexweşxanê can da û piştî otopsiyê cenzaê wî birin li goristan taxa Sanayiyê defin kirin. Li ser bûyerê lêpirsîn tê kirin.