PeyamaKurd - Wezareta Werziş û Ciwanan a Sûriyê navê (Kobanî) ji bo tîma Kobaniyê pejirand.
Wezareta Werziş û Ciwanan îro di biryara jimare 962 de, navê (Kobanî) ji bo tîma sporê Kobaniyê pejrand ku berê di tomarên hikûmetê de bi navê “yaneya Eyn Ereb hatibû pejrandin”.
10ê Tebaxê jî li gorî biryara jimare 674 a Wezareta Werziş û Ciwanan a Sûriyê encûmena birêvebir a Yaneya Kobaniya ya futbolê hate avakirin, wê demê navê tîmê wekî “Eyn Ereb” hatibû nivîsandin.
Encûmena birêvebirina Tîma Kobaniyê 7 kesan li xwe digire û Mezlûm Elî serokê wê ye ku 6 jî endamên encûmena wê ne.