Bakirhan operasyona ser HEVBENDÎyê şermezar kir: Zirarê dide pêvajoya aştiyê

Bakirhan operasyona ser HEVBENDÎyê şermezar kir: Zirarê dide pêvajoya aştiyê

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncay Bakirhan derbarê operasyon û desteserkirina siyasetmedarên Kurd yên di çarçoveya damezrandina Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) de li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî û diyar kir, ev kiryar zirarê didin pêvajoya aştiyê.

Bakırhan bal kişand ser binçavkirina gelek siyasetmedaran û got: "Gelek siyasetmedarên Kurd hatin desteserkirin. Parastina mafê rêxistinbûnê û derbirîna ramanên Kurdan ji bo me helwesteke prensîbî ye.

Nêrîna wan çi dibe bila bibe, cudahiya me ya îdeolojîk û siyasî çi dibe bila bibe, divê herkes vê yekê gelekî baş bizanibe; em binçavkirina derdorên siyasî yên Kurd ji ber xebat û ramanên wan ên siyasî qebûl nakin û şermezar dikin."