PeyamaKurd - Fermandarê pilebilind ê Artêşa Pasdaran a Îranê Mihemedceifer Esedî di hevpeyvîneke xwe de bi eşkereyî îtiraf kir ku Îsraîlê bi awayekî rasterast û nerasterast di navendên sereke yên leşkerî û ewlehiyê yên Îranê de, di nav de Sipaha Pasdaran, Wezareta Îtilaatê û saziyên din ên girîng de nifûzeke berfireh çêkiriye.
Esadî destnîşan kir ku ev nifûzkirin gihîştiye astên herî jor ên desthilata rejîmê û Îsraîl bi rêya çêkirina pasport û nasnameyên sexte ji bo welatên Ewropayê, sîxurên xwe di bin navê "bazirgan" an "geştiyar" de dişîne nava Îranê.
Ev îtiraf di demekê de tê ku di şer û êrîşên dawî de gelek fermandarên pilebilind ên Pasdaran hatine kuştin, ku ev yek qelsiyên mezin ên sîstema ewlehiya hundirîn a Îranê eşkere dike.