Şaredariya nû ya Kobaniyê bi fermî dest bi kar kir

Şaredariya nû ya Kobaniyê bi fermî dest bi kar kir

PeyamaKurd - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê encûmena şaredariyê ya nû piştî civîna bi parêzgarê Helebê re bi fermî erkên xwe wergirtin û dest bi kar kir.

Seroka Şaredariyê Almas Romî di civîneke rojnamevanî de diyar kir ku ev pêngav di çarçoveya bicihkirina xalên rêkeftina 29ê Çileyê de hatiye avêtin.

Parêzer Mihemed Mihemed wekî berpirsê bajarê Kobaniyê hatiye destnîşankirin û rêveberiya nû ya herêmê bi fermî hat ragihandin.

Di avahiya parêzgeha Helebê de, endamên nû yên şaredariyê hatin eşkere kirin ku tê de Osman Mistefa wekî cîgirê serokê şaredariyê û çend navên din wekî endamên nivîsgeha bicîkar cih girtin.

Almas Romî tekez kir ku piştî destnîşankirina endaman, ew ê ji bo xizmetguzariya bajêr û pêşxistina projeyên nû di demeke nêz de dest bi çalakiyên xwe yên meydanî bikin.