PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, piştî fesihkirina HSDê îro 4ê Îlonê li ser profîla xwe ya Xê (Twitter) nasnav û erka xwe bi fermî nû kir.
Ebdî, nivîsa "Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)" rakir û li şûna wê îfadeyê "Şêwirmendê Serokkomariya Komara Sûriyeyê" li profîla xwe zêde kir.
Ev gav piştî wê yekê hat avêtin ku di 25ê Tebaxa 2026an de li Qesra Serokkomariyê ya Şamê di civîneke çapemeniyê de fesihkirina HSDê hatibû ragihandin.
Mezlûm Ebdî yê ku ji sala 2015an ve nêzîkî 11 salan ev erka fermandariyê birêve biribû, piştî lihevkirina di navbera hikûmeta nû ya bi serokatiya Ehmed Şera de, bûbû şêwirmendê serokamariya Sûriyeyê.