PeyamaKurd – Nebil Fehmi bi fermî hatibû hilbijartin ji bo serokê Yekîtiya Ereb lê heya niha bi fermî dest bi karê xwe nekiribû. Fehmi îro li payîtexta Misrê bi fermî dest bi karê xwe kir û serokatiyê ji serokê berê ji Ahmed Ebu el-Gayt bi merasim dewir sitend.
Fehmi piştî bû sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereb yê 9em, nameyan ji bo lîderên welatên Ereb şand, sipasiya wan kir û behsa têkoşîna bi ezmûnên herêmî re kir û di nameyan de pêşniyarên reformê kir. Ragihandin ji aliyê Yekîtiya Ereb de bi nivîskî hat kirin.
Di merasimê de cîgirên sekreterên giştî û rayedarên sekreteryayê amade bûn. Piştî merasimê Fehmi li ser rewşa dawiyê ya sekreteryayê ji rayedaran agahiyan girt. Di pey de li ser destnîşankirina rêbaza xebata di wexta xwe de yên dê bên kirin, bi cîgirên sekreter re civiya.
Yekîtiya Ereb di sala 1945an de hatibû damezrandin, Nebil Fehmi bû serkeretê 9.em û di dîroka rêxirawê de 8em sekreterê Misriye. Fehmi wê 5 sal vî karî bimeşîne.