PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Rêxistina Têkoşîna Kurdistana Îranê (Sazmana Xebat) Baba Şêx Huseynî ragihand ku her çend zextên leşkerî yên niha rejîma Îranê qels kiribin jî, heta operasyoneke bejayî ya berfireh neyê kirin, hilweşîna Tehranê ne pêkan e.
Baba Şêx Huseynî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Brîtanî The Telegraphê destnîşan kir ku eger hêzên Kurdî neçin meydanê, temenê rejîmê dê dirêj bibe. Huseynî got:
Ketina hêzên Kurdî bo qadê dê serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê xurttir bike û pêvajoya hilweşîna rejîmê bileztir bike.”
Huseynî eşkere kir ku hevpeymaniya nû ya partiyên Kurdî ji bo operasyoneke bejayî ya muhtemel di amadebaşiyê de ye.
Rêberê Kurd rexne li polîtîkaya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) girt û diyar kir ku peyamên ji Washingtonê tên nakok in. Huseynî wiha peyivî:
Em dixwazin siyaseta Amerîkayê fam bikin. Rojekê dibêjin şer dê raweste, çend saet şûnda dibêjin dê berdewam bike. Ev nezelalî ji bo me pirsgirêkeke mezin e. Her çend em dikarin bi hêza xwe dest bi operasyonê bikin jî, piştgiriya Amerîkayê dê serkeftinê misoger bike.”
Huseynî bal kişand ser metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê û diyar kir ku baregehên wan ên li Herêma Kurdistanê her dem di bin gefa mûşek û dronên Îranê de ne. Di êrîşên dawî de hin endamên rêxistinê jiyana xwe ji dest dane. Pêşmergeyê 18 salî yê rêxistinê, Metîn Perîşan, li ser van êrîşan got:
Sed caran gule li me bibaînin jî, em ê ranewestin û paşve gav neavêjin.”
Li gorî raportê, ne tenê şervanên li ser sînor, lê Kurdên Rojhilat ên li Ewropayê dijîn jî ji bo tevlibûna têkoşîna çekdarî berê xwe dane herêmê. Welatiyên xwebexş vê pêvajoyê wekî “erkeke neteweyî û dîrokî” pênase dikin.