Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê bi sekreterê giştî yê NATO re hevdîtin kir

Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê bi sekreterê giştî yê NATO re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte li Ankara seredana wezîrê karên bergiriyê yê Tirkiyê Yaşar Güler kir û her du teref bi hevre civiyan. Di daxwuyaniya wezareta bergiriya Tirkiyê (MSB) de tenê weha hat gotin:

“Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Yaşar Güler li baregeha wezareta bergiriyê ya Tirkiyê bi sekreterê giştî yê NATO bi Mark Rutte re civiya.”

Mark Rutte bi seredanekî fermî çûbû Tirkiyê û bi rayderên Tirkiyê re hevdîtinan kir lê naveroka hevdîtina bi wezîr Güler re nehat aşkerakirin.