Li Rojavayê Kurdistanê guhertina navên dibistanan hate protesto kirin

Li Rojavayê Kurdistanê guhertina navên dibistanan hate protesto kirin

PeyamaKurd - Xelkê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya xwendekar û mamosteyan meşeke girseyî li dijî biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya ji bo guhertina navên dibistanan li dar xist.

Xwepêşandêran ji Qada Azadî dest bi meşê kirin, bi hildana pankartên "Zimanê me nasnameya me ye" û "Navên şehîdên me xeta me ya sor e", nerazîbûn li hemberî biryarên dawî yên li dijî perwerdehiya bi zimanê kurdî nîşan dan.

Li gorî medyaya Rojavayê Kurdistanê, di daxuyaniya ku ji aliyê xwendekar Êvlîn Elî ve hat xwendin de hate gotin ku parastina nirxên çandî û dîrokî erkeke mirovî ye û guhertina navên şehîdan binpêkirina hiqûqa mirovî û rêgezên demokrasiyê ye.

Ev nerazîbûn piştî wê yekê derketin ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li herêmên wekî Reqa û Tebqayê dest bi guhertina navên wan dibistanan kir ku navên şervanên di şerê DAIŞê de can dabûn li wan hatibûn kirin.