PeyamaKurd – Serokê dînî yê Îranê Mucteba Hamaney piştî merasima rakirina cenazê bavê xwe yê Ali Hamaney cara ewilî peyamekî fermî belav kir û soza tolhildanê ya ji DYAyê û Îsraîlê da. Hamaney di peyama xwe de got:
“Tolhildana ji bo temamê qorbaniyên me û serokê me yê berê yê dînî ji Amerîkayê û Îsraîlê daxwaza netewiye û bê em tereddut bikin dê bicîh bînin. Pêvajo ne jibo kesekiye. Li seranserê dinyayê dê temamê destekvanên Şoreşa Îslamê bibin bikaranînerê tolhildanê.”
Hamaney îşaret kir ew bi tora îstîxbarata xwe bawerin û di destê wan de lîste heye bê kî di pişt perê de, di nav vî karî de ye û got:
“Dê van kesan, ti carî di nav ciyên xwe de, bi rihetî nemirin. Di wexta bavê min de xeta stratejik ya Komara Îslamî çi bû, dê dewam bike.”