NYT: Mucteba Hamaney giran birîndare û rêvebirî ketiye destê artêşê

NYT: Mucteba Hamaney giran birîndare û rêvebirî ketiye destê artêşê

PeyamaKurd – Rojnama New York Times analîzekî kiirye û tê de dibêje ku piştî êrîşa bombebarana DYA-Îsraîlê, seroke dînî yê Îranê Mucteba Hamaney bi bavê xwe birîndar bû û niha tê veşartin.

Bi birîndariya Hamaney re di desthilata Îranê de valahiyekî heye û rêvebiriya Îranê daye destê “desteyekî rêvebiriyê” ku ji generalên artêşa Îranê pêk tê.

Kuştina Hamaney ne tenê guherînê di lîder de lê di temamê dînamîkên Îranê de kir. Rojnama The New York Times, bi 23 çavkaniyên cuda yên weka rayedarên di asta bilind de, endamên artêşê û bi mirovên Hamaney re axifiye û analîzekî amade kiriye. Gihaye wê encamê ku êdî Îran ne ji aliyê serokê dînî de lê ji aliyê leşkeran de tê îdarekirin.

Di xeberê de tê gotin ku piştî kuştina Hamaney, Mucteba Hamaneyê ku hat hilbijartin, rewşa wî ya tenduritstiye xerabe û hatiye îzole kirin.

Hat fêmkirin ku piştî êrîşa 28ê Sibatê, di encama bombebarana ciyê Hamaney de, jin û kurê Mucteba Hamaney mirine û ew jî giran birîndar bûye. Kesên bo rojnama NYT ê axifîne, behsa rewşa Hamaney ya di sitargehê de weha gotine:

- Çîmekî Hamaney 3 caran emeliyat kirine û niha li benda protezêye.

-Ji destekî xwe emeliyat bûye û dest hêdî hêdî dixebite.

- Rû û lêvên wî dijwar şewitîne. Ev rewş dike ku nikare baş biaxife. Rayedar gotine ku di encamê de ji Hamaney re emeliyata esetetîk lazim e.

- Şewat kiriye ku axaftina wî giran be an nê fêmkirin, naxwaze li ber raya giştî re ew qels nîşan bidin û ji wê rojê heya niha lîder bi dengê xwe peyaman nedaye. Yek ji wan doktorên ku pê re eleqedar dibe serokkomar Mesûd Pezeşkiyan e ku niştergerê diliye.

Ji ber ditirsin Îsraîl ciyê wî tesbît bike û bikuje, fermandarên di asta bilind de û rayedar nikarin seredana wî bikin. Peyam di rêya motorsîkletan û erebeyan de di rêya kûryeyan de têkirin û kesên baweriyêne. Weka zincîreya mirovan di rêya zerfên mohrkirî de peyaman dibin û tînin.

Ji ber Hamaney weka bavê xwe ne xwediyê erkêye, birîndar û di dorpêçê de ye, erka dewletê xistiye destê artêşê (IRGC). Li ser mijarê şêwrimendê serokomarê berê yê Ahmedî Nejat yê bi navê Abdulriza Dawarî rewşê weha ragihandiye:

“Mucteba, Îranê weka serokê ‘Komîte ya Rêvebir’ îdare dike. Baweriyê bi wesiyetên endaman (general) û rênîşandana wan tîne û temamê biryaran ew didin.”

Di şerê Iraq-Îranê de, bi hevalên xwe yên di Tabûra Hebîb de, bi hevre li dijî Iraqê şer kirine, bi wan fermandaran gelek bawere û raste rast biryarê ew didin. Serokê meclisê Muhammed Bakır Kalibaf, serokerkan Tuxgeneral Ahmed Wahidi, serokê Konseya Netewî ya Ewlehiyê General Muhammed Bakır Zolgadr û serokê berê yê îstîxbaratê Huseyin Taeb di nav cûntayê de kesên ku esas in.

Li gor analîzê; girtina Hurmizê û siyaseta derve bi temamî di destê generalan de ye. Pezeşkiyan û Abbas Arakçi erka wan kême û tenê bi amadekirina xida û petrolê yanî ji wan re gotine ku tenê bi mijarên nav Îranê re eleqedar bibin.

Biryara vekişîna ji hevdîtinên Îslamabadê, tevî ku hukumet qebûl nekiriye jî, general biryarê dane. Maliyeta şer gihaye 300 milyar dolarî û Pezeşkiyan gotiye ku divê givaşên ser Îranê sivik bibin lê generalên tundrew bi kiryara ablûka deryayê ya DYAyê, pêşniyara Pezeşkiyan red kirine. Leşker, masa hevdîtinan qelibandine.