Kobanî: Bi teqîna mayînê traktor bû du parçe, cotkar bi giranî brîndar bû

Kobanî: Bi teqîna mayînê traktor bû du parçe, cotkar bi giranî brîndar bû

PeyamaKurd - Li gundewarê navçeya Şêxler herêma Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, karesateke nû ji ber paşmayên şer pêk hat. Îro 15ê Nîsanê di dema karê çandiniyê de, mayînek bi traktora cotkarekî herêmê de teqiya.

Ji ber hêza teqînê, traktor bû du parçe û xwediyê wê bi giranî birîndar bû. Welatiyê birîndar demildest ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hate veguhestin û niha di bin çavdêriya bijîşkî de ye.

Metirsiya paşmayên şer didome

Ev bûyer careke din metirsiya mezin a mayîn û teqemeniyên ku ji serdemên şer li pey xwe mane, anî rojevê. Li gorî daneyên saziyên mafnasî, ji destpêka salê ve li Rojavayê Kurdistanê û seranserî Sûriyê bi sedan welatiyên sivîl ji ber van paşmayan jiyana xwe ji dest dane an jî kêmendam mane. Ev mayînên ku di nav zevî û bajaran de hatine çandin, bûne gefeke berdewam li ser jiyana rojane ya mirovan.