Li Mêrdînê di teqîna mayînê de 2 bira birîndar bûn

Li Mêrdînê di teqîna mayînê de 2 bira birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Nisêbînê dema her dû bira di arazî de xwestine kevirekî bilind bikin, teqîn çêbûye. Di bin kevir de mayîn hebûye û her dû bira birîndar dibin.

Li gor hatiye ragihandin; li taxa an gundê Açıkköyê du bira yên bi navên Ş.Y. (15) û birayê wî yê jê biçûktir L.Y. (13), dema di arazî de digeriyan û kevirekî bilind kirin mayîn teqiya.

Li ser gilîkirinê, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Her dû birayên birîndar bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya Nisêbînê.

Hat gotin ku ji aliyê jiyanê de talûka her dû birayan tineye.