PeyamaKurd - Piştî ragihandina agirbesta du hefteyî di 7ê Nîsanê de, hem Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hem jî Îranê serkeftina xwe radigihînin, lê di rastiyê de her du aliyan jî li ser wekheviyê li hev kiriye.
Li gorî analîza Navenda Lêkolînên Navnetewî Foreign Affairs ya Gideon Rose, ev şerê wekî lîstika kişikê (satranc) sê qonaxan dihewîne: Destpêk, lîstika navîn a navberê û qonaxa dawî ya lîstikê.
Di rewşa niha de, şerê di navbera Trump û rêberên Îranê de gihîştiye qonaxa dawî, ku li vir her du alî jî fêm dikin ku berdewamiya şer wê zirarên mezintir bide wan û agirbest ji bo parastina berjewendiyan bijardeya herî aqilane ye.
Xefka mezada dolarî û lêçûnên Şer
Rose, di analîza xwe de têgeha aborî ya bi navê "Mezada Dolarî" (Dollar Auction) wekî mînak dide da ku nîşan bide ka şer çawa veguherîye xefkekê. Di vê lîstikê de, alî ji bo ku kêmtir winda bikin, neçar dimînin ku her tim hîn bêtir berdêl bidin, heta ku lêçûnên şer ji bihayê armanca destpêkê pir zêdetir dibe. Dema ku DYAyp dît ku Îran teslîm nabe û Îranê jî dît ku aboriya wê di bin xetereyê de ye, her du alî gihîştin wê nêrînê ku êdî tu kes jê bi ser nakeve û her ku diçe zirar zêdetir dibe, lewma neçar man ku gavan paşde biavêjin.
Gefa Trump a tunekirina şaristaniyekê
Serok Trump bi gefa "tunebûna şaristaniyekê" hewl da Îranê bitirsîne, lê ev gef di bingeha xwe de blofek bû, ji ber ku encamên şerekî wiha wê ji bo DYA û hevpeymanên wê yên li Kendavê pir giran bibûna. Ji hêla din ve ji ber ku karakterê Trump nayê pêşbînîkirin, Îranê jî nexwest rîska şerekî giştî bigire ser xwe.
Ev rewşa "tirsandina di nav şer de" (intra-war deterrence) hişt ku her du alî ji qeraxa karesatê vegerin û dest bi pêvajoya dîplomasiyê bikin da ku rîskên mezin ji holê rakin.
Astengiyên li pêşiya danûstandinên Pakistanê
Di danûstandinên ku li Pakistanê birêve diçin de, mijarên pir dijwar mîna bernameya navokî ya Îranê, cezayên Amerîkayê, ewlehiya Tengava Hurmizê û rola Îranê ya herêmî li ser masê ne. Her çend cudahiyên mezin di navbera daxwazên her du aliyan de hebin jî, tirsa vegera nav "dojeha şer" aliyan neçar dike ku li ser rêyên navîn li hev bikin. Tê çaverêkirin ku encam ne çareseriyeke bingehîn, lê belê lihevkirineke bi sînor be ku rê bide xebatên aborî û hinekî jî rageşiyê kêm bike.
Rejîma Îranê dimîne û nakokiyên herêmî wê bidomin
Di dawiya vê pêvajoyê de, her çiqas DYA bigihîje armancên xwe yên leşkerî yên sînordar jî, pirsgirêkên bingehîn ên stratejîk dê wekî xwe bimînin.
Rose vê rewşê dişibîne stratejiya Îsraîlê ya "birîna giya" (mowing the grass); ango şer tenê tehdîdan ji bo demekê kêm dike, lê wan ji binî ranake. Rejîma Îranê dê bimîne û nakokiyên herêmî dê berdewam bikin.
Di dawiyê de, ev "geşta piçûk" a Trump careke din nîşan da ku şerekî bi lêçûna zêde û bi encamên kêm, ne di berjewendiya stratejiya demdirêj a Amerîkayê de ye.