Rojhilat: Melatiya melayê Kurd çima ku behsa mirina Xamaneyî nekiriye hat betalkirin

Rojhilat: Melatiya melayê Kurd çima ku behsa mirina Xamaneyî nekiriye hat betalkirin

PeyamaKurd - Navendên ewlehiyê yên rejîma Îranê li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, bêyî tu pêvajoyeke yasayî û biryareke dadgehî, cil û bergên melatiyê ji Mamoste Mela Osman Zakerî standin û mafê wî yê melatiyê betal kirin.

Mamoste Mela Osman pêşniwêjê Mizgefta Mezin a gundê Elîabadê yê ser bi Bokanê bû û ev biryara nerewa ji aliyê saziya fermî ya hikûmetê ya bi navê "Şêwreya Bilind a Rojavayê Welatê" ve li ser wî hat sepandin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine wergirtin, tohmeta serekî ya dosyeya navendên ewlehiyê ya li dijî Mela Osman ew e ku wî di dema şerê çil rojî de, di gotarên xwe de behsa mirina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî nekiriye.