Rojhilat | Li Serdeştê hunermendê Kurd Şoriş Ebûbekrî hat girtin

Rojhilat | Li Serdeştê hunermendê Kurd Şoriş Ebûbekrî hat girtin

PeyamaKurd - Hunermend û tarjenê naskirî yê Serdeştê Şoriş Ebûbekrî (Şore Siwar), piştî ku çû dadgeha bajêr bi awayekî bê sedem hat girtin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdpayê, di rojên borî de saziyên ewlehiyê yên rejîma Îranê gelek caran bi rêya telefonê gef li wî kirine.

Ebûbekrî ji bo şopandina mijarê û tomarkirina gilînameyê ligel parêzerê xwe serdana dadgehê kiriye, lê bi fermana dadwer hat girtin.

Li ser sedema girtinê, tohmetên li ser wî û cihê ragirtina hunermendê Kurd agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.

Şoriş Ebûbekrî ku xwediyê enstîtuya muzîkê ya "Away Kurd" e (ku beriya çend salan destûra wê hatibû betalkirin), di îlona 2023an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin û piştî lêpirsînê bi kefaletê bi awayekî demkî hatibû berdan.