Îdiaya medya Amerîkî: Li ser peymana 60 rojî lihevkirin çêbû

Îdiaya medya Amerîkî: Li ser peymana 60 rojî lihevkirin çêbû

PeyamaKurd - Medyaya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) îdia kir ku şandeyên dîplomatîk û serbazî yên Amerîka û Îranê li ser peymaneke nû û demkî gihîştine lihevkirinê.

Li gorî nûçeyên ku hatine belavkirin, her du aliyan li ser rêkeftinameyeke60 rojî li hev kirine ku armanca wê ya serekî dirêjkirina dema agirbestê û rênivîsên ewlehiyê ye.

Herwiha di çarçoveya vê peymana krîtîk de, tê çaverêkirin ku alî maseya danûstandinan a li ser bernameya nukleerî ya Îranê ji nû ve ava bikin daku rê li ber peymaneke mayînde û berfireh a navdewletî vebe.