PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi û Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper, îro 2yê Hezîrana 2026an li paytext Pekînê 11emîn Diyaloga Stratejîk a Çîn-Brîtanyayê li dar xistin.
Di hevdîtinê de peymana serdanê ya Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer a di destpêka salê de hat bîranîn û her du aliyan tekezî li ser pêşxistina şirîkatiyeke stratejîk a demdirêj û domdar kirin.
Wang Yi diyar kir ku vegera têkiliyên aborî û bazirganî ya ser rêçika asayî pir girîng e û daxwaz ji Londonê kir ku jîngeheke dadperwer, bêalî û bêyî cudakarî ji bo kompaniyên Çînî peyda bike, herwiha têgîna ewlehiyê zêde fireh neke daku astengî li pêşiya veberhênanan çênebin.
Di dewama civînê de, her du wezîran bal kişandin ser rewşa aloz a navdewletî û destnîşan kirin ku wekî endamên daîmî yên Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, berpirsyariyên mezin li ser milê wan hene ji bo parastina nîzama navdewletî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyem.
Cooper diyar kir ku welatê wê amade ye di rûberên aborî, fînans, enerjî, hişê çêkirî û guhertina avhewayê de hevkariya ligel Pekînê kûr bike. Cooper tekez kir ku siyaseta Brîtanyayê ya li ser babet û dosyaya Taywanê ji dema avakirina peywendiyên dîplomatîk vir ve qet neguhiriye û dê neguhire jî. Herwiha ragihand ku ew piştgiriyê didin çareserkirina nakokiyan bi rêya diyalogeke samîmî û avaker.