PeyamaKurd - Fermandariyên Pasewanên Sînor ên Iraq û Sûriyeyê, bi mebesta xurtkirina ewlehiya sînorî, rêgirtina li derbaskirina terorîstan û rûbirûbûna qaçaxçîtiya madeyên hişber, li parêzgeha Enbarê yekemîn civîna xwe ya hevpar a sînorî li dar xistin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Iraqê, ev rûniştin di 6ê Tîrmeha 2026an de li navçeya Qaimê ya ser bi Enbarê ve, bi beşdariya Fermandarê Pasewanên Sînor ên Iraqê Mihemed Evdulwehab Sûker û Fermandarê Pasewanên Sînor ên Sûriyeyê Hesen Evdulxenî hat birêvebirin.
Serokê Komîsyona Ewlehiyê ya Civata Parêzgeha Enbarê Saad Gazî di daxuyaniyekê de ji bo medya heremî da zanîn ku armanca serekê ya vê civînê, bilindkirina asta hevahengiyê ya ji bo kontrolkirina sînorê hevpar e ku dirêjahiya wî digihîje 610 kîlometreyan û sê deriyên fermî yên wekî Rebîa, Qaim û Welîd di navbera her du welatan de hene.
Gazî destnîşan kir ku ev hevahengî û hevkariya nû bi taybetî xeta sînorî ya ji Deriyê Rebîayê heta Deriyê Qaimê li xwe digire da ku valahiyên ewlehiyê werin girtin û rê li ber her cûre tevgerên neyasayî were girtin.
Wezareta Navxwe ya Iraqê her wiha eşkere kir ku di civînê de mijara zêdekirina pevguhertina zanyariyên îstîxbaratî û agahiyên lezgîn ên di navbera her du aliyan de bi berfirehî hatiye gotûbêjkirin.
Fermandarê Pasewanên Sînor ên Iraqê jî diyar kir ku ev hevdîtina yekem, binesazî û bingeheke xurt ava dike ji bo mofeqiyet û lihevkirinên nû yên ku dê di dahatûyê de ji bo mîsogerkirina aramî û ewlehiya li seranserî xeta sînorî ya her du welatan werin îmzekirin.