PeyamaKurd - Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, li ser lêkolîneke derbarê Amedsporê de li ser nasnameya wê tîmê hatiye kirin daxuyanî da û ragihand ku xelk ji serkeftina Amedsporê ya di Lîga Super de kêfxweş e, lê belê Amedspor klûbeke futbolê ya Tirkiyeyê ye û bi lîstik û serkeftinên xwe tê şopandin û divê wiha jî bimîne.
Bahçelî, got ku hewldanên ku dixwazin Amedsporê bikin amûra projeyên siyasî û nasnameyî hene û ev yek wek hewldana dijatiya "Tirkiyeya bêteror" û jehrîkirina pira biratiyê şîrove kir.
Herwiha Bahçelî bang li rêveberên klûbê û xelkê Diyarbekirê jî kir ku li dijî van provokasyonan û sîxuriyên nav tribûnan baldar bin, tevdîran bigirin û nehêlin zimanê ku aramiya civakî xirab dike di qada werzîşê de were bikaranîn.
Hêjayî gotinê ye, di trîbûnên Amedsporê de dema maçan, dirûşmên mîna, 'Kîne em, Kurd in em, Jin Jiyan Azadî' têne qêrîn û li nav milyonan Kurdan jî wekî tîmeke Kurd tê naskirin. Li beramber jî tîma Amedsporê û alîgirên wê bi taybet dema lîstika ligel Trabzonsporê rastî êrîş û parvekirinên nijadperestî hatibû.