PeyamaKurd – Hukumeta Iraqê ji bajarê Necefê temamê seferên ji bo Îranê da rawestandin. Grûba Sadîqûn ya di parlementoya Iraqê de bertekê nîşanî seferên balafiran da ku bi sedema givaşên Amerîkayê ser Îranê çima seferên ji Tehranê bo Bexdayê Bexdayê nayên kirin.
Grûba Sadiqun li ser rawestandina seferan ket nav tevgerê ku çima xizmetê nadin şîrketên hewayî yên Îranê. Grûbê ragihand ku divê desthilata Iraqê di ser temamê her tiştî de be. Parlementerê grûbê yê Sadîqûnê Ahmed Nazim ji bo Rûdawê gotiye:
“Em di tevgerên hewareriya di balafirxanên Iraqê de, ji bilî qanûnan qebûl nakin ku astengiyan deynin û em biryarê şermezar dikin. Iraq dewletekî hukumrane û tenê ji dezgeyên netewî dikarin biryarê bidin.”
Grûb dibêje ku ji ber ji givaşên Amerîkayê yên ser Îranê ditirsin, xizmetê nadin şîrketên hewayî yên Îranê. Ji grûba Sadîqunê Ahmed Rumeys jî dibêje mirov ji desthilata Iraqê tawîzan nade û dewam dike:
“Hêzên derve yên biyanî zorê didin ser Iraqê ku balafirgehên Iraqê xizmetê nedin balafirên Îranê û em naxwazin Iraq bibe seha şer. Di mijarê de tenê Iraq dikare biryarê bide.”
Grûba navborî dipirse û dibêje bila hukumet, hewageriya sîvîl ya Iraqê û wezareta gihandinê bersiva sê pirsan bide.
*Biryayara rawestandina xizmeta balafirên Îranê kî da?
*Biryar li ser kîjan bingeha qanûnî hatiye dayîn?
*Bandora givaşên derve yên li ser şîrketên hundirê Iraqê çiqas heye?
Grûb, behsa biryara givaşên li ser Îranê dike û behsa bicîhanîna qanûn dike lê ji bilî biryara xala destûrê ya 140an.