Grûba banka Barclaysê ji ber bîra çêkirî 5 hezar karkerên xwe ji kar derdixe

Grûba banka Barclaysê ji ber bîra çêkirî 5 hezar karkerên xwe ji kar derdixe

PeyamaKurd – Grûba Banka Barclays, ji ber di bankayê de bîra çêkirî bikartîne, dibêje ku bîr gelek feda wê ji bankayê re bûye û heya dawiya sala 2026an dê 5 hezar xebatkarên xwe ji ser kar derxe.

Ev jimar bandorê li %5ê xebatkarên bankayê dike û ji seranserê bankayê ji bo xebatkarên operasyonel û kargeriya ye.

Serokê rêvebiriya bankayê Venkatakrishnan ragihand ku ev rewş di encama veberhênana di teknolojiyê de ye çêbûye. Grûba Banka Barclays, bi xêra bîra çêkirî xwe pêş xistiye û %5ê xebatkaran ji ser karên wan derdixe.

Barclays, tê dawiya stratejiya xwe ya sê salan ku performansa xwe bilind kiriye, maliyetên xwe kêm kiriye û dike jî û bandora teknolojiyê li ser xebata bankayê zêde dike.

Banka ji bo 3 mehên dawiyê li dora 300 milyon Sterlinî mesrefa xwe kêm kiriye. Li gor 3 mehên berya Êlûnê, bê bacê, kara wê 2,3 milyar Sterline. Ev rêje li gor heman çaxa sala berê, %12 kara xwe zêde kiriye.