Bîra çêkirî daxwaza paxir (Cu) ya di bazarê de zêde kir û bihayê paxir bilind bû

Bîra çêkirî daxwaza paxir (Cu) ya di bazarê de zêde kir û bihayê paxir bilind bû

PeyamaKurd – Bîra çêkirî, di seha nevendên doneyan û enerjiya ku xwe nûh dike de pêdiviya bazara dinyayê ya bi paxir (Cu= Bakir) zêde kir. Bi sedema di bazara dinayê de paxir kême û maliyeta alavan bilinde, lîbra paxir derketiye 6,73 dolaran û ji serê salê de bihayê paxir %18 zêde bûye.

Bihayê paxir par bilind bû û îsal jî dewam dike. Veberhênana li asta dinyayê ya avahiyên bingehîn yên weka bîra çêkirî, navendên doneyan, avahiyên enerjiyê û yên dana elektrîkê her diçe zêde dibin û ji ber wan jî daxwaza bazara dinyayê ya paxir jî bi xwe re zêde dike û ji ber miqdarê paxir ya di bazara dinyayê de têr nake, bihayê paxir zêde dibe.

Bi pirsgirêka Tengava Hurmizê re, astengiyên di amadekirina kukurtê de, ancama hilberîna paxir kêm kir û bû sedema kêmbûna paxir ya di bazara dinyayê de.

Bilindbûna bihayê paxir ya di bazara dinyayê de îsal %18 zêde bû û ev jî maliyetekî zêde di sehayên navborî yên li jorê de ku bi xwe re tîne.

Pispor dibêjin ku veberhênanên bîra çêkirî daxwaza paxir ya di dinyayê de zêde dike. Enerjiya xwe nûh dike, transformator, daxwaza bazara ji bo erebeyên bi elektrîkê, taleb û bihayê paxir zêde dikin.

Her weha bîra çêkirî bazarekî zêde ye ku di yek carekî de bi 100 milyar dolarî tê de veberhênanê dikin û di pêşde ev daxwaz wê zêdetir bibin.