Microsoft rêxistina bîra çêkirî ya bi 2,5 milyar dolarî ava dike

Microsoft rêxistina bîra çêkirî ya bi 2,5 milyar dolarî ava dike

PeyamaKurd – Şîrketa Microsoftê ji bo destekê bide pêvajoya şîrketên bîra çêkirî, ragihand ku bi veberhênana 2,5 milyar dolarî şîrketa bi navê "Microsoft Frontier Company" dê organîzasyonekî ava bike.

Şîrketê ragihand ku wê zanîna sektorê ya kûr, tecruba guherîna rêvebiriyê û tecruba başkirina daîmî, di asta dezgeyî de, wê bi pisporiya endazyariya bîra çêkirî re bike yek.

Di daxwuyaniya Microsoftê de, li seranserê dinyayê wê destekê dibe muşteriyên ku bingeha wan bîra çêkiriye.

Dezgeya ku Microsoft datînê, dê di sekttorê de xwe bide ser encama herî mezin da bi dest bixe û dê di endazyariyê de şîrketa herî mezin be.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku wê bingeh li ser tesewira encamên ku karibin bipîvin be, pêşdebirina tesewira sîstema bîra çêkirî, xistina dewrê û ji bo daîma karibin her tiştî baştir bikin, dê 6 hezar pispor tê de bicîh bikin û bixebitin.