Kêşeya teknîkî ya Microsoftê hat çareserkirin: 7 milyar dolar zirar

Kêşeya teknîkî ya Microsoftê hat çareserkirin: 7 milyar dolar zirar

PeyamaKurd - Kompaniya teknolojiyê ya DYAê Microsoft ragihand ku ew kêşeya teknîkî ya sereke ku bûbû sedema astengkirina xizmetên Outlook, Teams û Copilotê yên li seranserê cîhanê hat çareserkirin û xizmet ber bi başbûnê ve diçin.

Li gorî daxuyaniya Microsoftê, ev qutbûn ne ji ber êrîşeke sîberî yan jî rewşeke girêdayî arîşeyeke hişê çêkirî bûye, lê belê ji ber guhertineke torê (network) û kapasîteya wê derketiye holê.

Kompaniyê diyar kir ku ew xizmetan gav bi gav vedigerînin rewşa asayî û lêborîna xwe ji bikarhêneran xwest.

Hat ragihandin ku ev qutbûna gerdûnî li bêhtirî 70 welatan bandor kiriye û pispor texmîn dikin ku zirara wê ya aborî dikare ji 7 milyar dolarî zêdetir be.