Îro Roj tê girtin: Wê nêzîkî 1 milyar mirov bibînin

Îro Roj tê girtin: Wê nêzîkî 1 milyar mirov bibînin

PeyamaKurd - Îro 12ê Tebaxê Heyv dê di navbera Roj û Cîhanê re derbas bibe û bi vê yekê re bûyera girtina roniya rojê pêk bîne. Tê payîn ku nêzîkî 1 milyar mirov ji deverên cuda yên cîhanê temaşeyî vê rewşa sirûştî bikin.

Ev bûyer dê bi taybetî li bakur û navenda Spanyayê, beşek ji Portekîzê û hin herêmên Gronland û Îslandayê wekî girtina temam bê dîtin. Li herêmên din ên Ewrûpaya Rojava yên wekî Brîtanya, Fransa, Belçîka, Swîsre û Bakurê Îtalyayê jî dê ronahiya rojê ji aliyê Heyvê ve hema hema bi temamî bê astengkirin, lê ev bûyer dê li Kurdistanê neyê dîtin.

Astrofîzîknasa Zanîngeha Lancashireê Megan Argo diyar kir ku ev bûyer ji sala 1999an vir ve li Brîtanyayê baştirîn dîmena girtina roniya rojê ye.

Pispor û saziyên wekî NASAyê hişyariyê didin ku divê mirov rasterast bi çavên xwe li vê bûyerê nenêrin, lewra ev yek dikare zirarên mayînde bide çavan. Ji ber vê yekê tê pêşniyarkirin ku berçavkên taybet ên ji bo girtina roniya rojê hatine çêkirin werin bikaranîn.