Partiyên Rojhilatê Kurdistanê: Derewe ku 7 mirovên me hatine girtin

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê: Derewe ku 7 mirovên me hatine girtin

PeyamaKurd – Artêşa Îranê ragihandiye ku li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Îlamê 7 kesên ku endamên partiyên rojhilatê Kurdistanêne hatine girtin. Di nûçeya artêşa Îranê de hat gotin ku her 7 kes bi serokê xwe yê li derveyê Îranê ve girêdayine û çûne Îranê da li bajarên rojavayê Îranê tevgerên hilweşînê bikin.

Artêşa Îranê gotiye ku gelek çek û mûhîmmatan jî bi wan re girtine lê partiyên Kurdistanê vê agahiyê red kirin û gotin ji vê xeberê re ti eslekî nîne.

Li ser nûçeyê, nûnerê PDK-İ yê Erbîlê Amanc Zibayi li ser nûçeya artêşa Îranê ji Rûdawê re got:

“Ti eslekî ji xeberê re nîne. Kesên girtine ti pêwendiya wan bi PDK-İ an partiyên rojhilatên Kurdistanê re tine. Ev agahî tenê ji bo rejîm bêhtir zorê bide ser xelkê û xelkê îdam bike dike bahane.”

Nûnerê Komala yê Erbîlê Emced Huseyinpenahi ragihandiye ku li Rojhilat ti endamekî wan nehatiye girtin. Huseyinpenahi ji bo Rûdawê gotiye:

“Ti partiyekî rojhilatê Kurdistanê di nav Îranê de, weka artêşa Îranê dibêje, tevgerekî çekdarî nake. Ev propogande ya artêşa Îranê tê vateya ku waye goya artêş temamê Îranê kontrol dike. Îran berê bi bahaneyên weha bi sedan kesan îdam kir û paşî derket ortê ku ti gunahekî wan nîne.”