Pêşawa Hewramanî: Kêşeyên teknîkî yên mûçe hatin çareserkirin û lîste hatin şandin

Pêşawa Hewramanî: Kêşeyên teknîkî yên mûçe hatin çareserkirin û lîste hatin şandin

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşawa Hewramanî, îro ragihand ku Wezareta Darayî ya Herêmê hûrbîniyeke tam di lîsteyên mûçeyên karmendan de kiriye û hemû girêkên teknîkî yên berê hatine çareserkirin.

Hewramanî eşkere kir ku lîsteyên nû ji Bexdayê re hatine şandin û ew li benda wê ne ku piştî destpêkirina dabeşkirina mûçeyan li navenda Iraqê, şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê jî werin rêkirin. Hewramanî tekez kir ku hikûmet naxwaze vegere "xala sifrê" û bi biryar e ku sîstema darayî ya yekgirtî û zelal biparêze.

Ji aliyê din ve, Hewramanî bersiva nûçeyên derbarê "windabûna çekan" de da û diyar kir ku Amerîka bi hûrgulî çavdêriya alîkariyên xwe yên leşkerî dike û bi zelalî dizane çekan dide kîjan aliyan; lewma ev mijar ne hewceyî tawanbarkirinê ye.

Berdevkê Hikûmetê her wiha bal kişand ser hewildanên ji bo "du îdareyî" û zextên li ser Serokatiya Hikûmetê lê destnîşan kir ku bi serokatiya Mesrûr Barzanî karwanê avedanî û xizmetguzariyê li hemû deveran bêyî cudahî berdewam dike. Hewramanî tekez kir ku ev êrîş û astengî nikarin vîna hikûmetê ya ji bo parastin û pêşxistina Kurdistanê bişikînin.