Mezlûm Ebdî: Statuya me demkî bû, armanc statuyeke mayînde ye

Mezlûm Ebdî: Statuya me demkî bû, armanc statuyeke mayînde ye

PeyamaKurd - Mezlûm Ebdî ku piştî fesihkirina HSDê bûye Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê, derbarê pêvajoya nû de daxuyanî dan.

Ebdî di hevpeyvîna ligel Îlke TVde destnîşan kir ku ew ji bo pêvajoyeke nû vekirî ne.

Ebdî diyar kir ku gotinên wekî "me teslîm kiriye" an jî "me dewlet têk biriye" ne rast in û ev pêvajo pêngaveke ku hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo dewleta Sûriyeyê bi sûdewar e.

Ebdî da zanîn ku tevî daxwazên wan ên destpêkê bilindtir bûn jî, statuya xweser ya 15 salên borî her dem demkî bû û armanca herî sereke gihîştina statuyeke mayinde ye.

Mezlûm Ebdî bal kişand ser ku li gorî serdema Beasê, tevlîbûna dewleta nû di bin swaneke qanûnî ya ku nasnameya kurdî nas dike de serkeftineke mezin e û ew ê bi vê entegrasyonê re bi awayê herêmî herêma xwe birêve bibin.