PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Maqron, di peyameke li ser platforma sosyal medyayê Xê de pîrozbahî li Sûriyeyê kir ji bo gava biryardar a ku di pêvajoya entegrasyona aştîyane ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bo nav dewleta Sûriyeyê hat avêtin.
Macron di peyama xwe de pabendbûna Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û "ruhê berpirsyariyê" yê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û HSD’ê bilind nirxand.
Rêya aştî û aramiya mayînde ye
Serokomarê Fransayê destnîşan kir ku Fransa ji destpêka pêvajoya veguhêz ve ji bo piştgirî û rêberiya vê însiyatîfê roleke çalak lîstiye û dê bi baldarî bicihanîna wê bişopîne.
Macron tekez kir ku Fransa dê li ser bingehê parastina yekîtî, serweriya Sûriyeyê, rêzgirtina li hemû pêkhateyan û kombûna çekan di destê dewletê de piştgiriya pêvajoya veguhêz bidomîne û got: "Çawa ku li her derê wisa ye, li Sûriyeyê jî rêya avakirina aştî û aramiya mayînde bi vê yekê pêkan e."